Brîtanya ragihand ku hêzên wê ji destpêka vê salê heta niha li avên navnetewî yên li başûrê Îranê dest danî çekên Tehranê ku li keştîyên qaçaxçîyan bûne.
Hêza Deryayî ya Brîtanî ragihand ku helîkopterekê ji keştîya HMS Montrose ya wê di 28’ê Rêbendan û 25’ê Sibatê de dîtiye keştîyên lezgîn ji beravên Îranê dûr dikevin û wan bi opeasyoneke bi dehan paketên ku çekên pêşketî tê de bûn, bi dest xistin.
"Di nava çekên Îranê de gelek motorên roketan yên bo 351 mûşekên Kruzê yên êrîşa bejahî û komek ji 358 mûşekên ji erd ber bi esman û hebûn. Çekên ku hatine girtin bo analîza teknîkî ji Brîtanya re hatine anîn."
Daxuyanî cîhê şandina çêkên Îranê eşkere nekir, lê got ku mûşeka 351 Kruise bi menzîla 1000 km gelek caran ji hêla koma Hûsî ya Yemenê ve tê xebitandin ku Erebistana Saudî û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bikin armanc.
Wezareta Derve ya Îranê îdiaya Brîtanya red dike ku Tehranê bi piştgirîdana serhildayên Hûsî yên dijî Erebistana Saudî tawanbar dike.
Wezaretê di twîtekê de got ku Brîtanya şirîkê şer û êrîşa dijî Yemenê ye û bi berdewamî çekên pêşketî ji koalîsyona bi pêşengîya Saudîyan re difroşe.
"Brîtanya ne di helwesteke de ye ku dijî Komara Îslamî ya Îranê tawanbarîyên wiha bêbingeh bike," berdevike wezaretê Nasir Kenanî got.
Hêza Deryayî ya Brîtanya herwiha dîyar kir ku keştîya Amerîkî USS Gridley di opeastonabi dest xistina çekên Îranê de piştgirî daye wan.
Berdevikê Fermandarîya Navendî ya Amerîka Albay Joseph Buccino jî ser mijarê daxuyanîyeke got ku ew bûyer nîşan da ku ewê li ser erdê û li derya û esmanan rê nedin kiryarên êrîşkar yên Îranê.