Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dibêje 10 Mîlyon Kes Hatin Vaksîn Kirin


Navendeke vaksînkirina COVID – 19 ya li Brîtanya

Wezîrê Saxlemîya Brîtanya Matt Hancock îro Çarşemê dîyar kir ku zêdeyî 10 mîlyon welatîyên wan doza yekê ya vaksîna COVID – 19 vergirtinin.

Wezîr got ku ev pêşketineke pir girîng ya berbiçav e.

"Ev di xebata meya neteweyî ya dijî vê vîrusê de qonaxeke pir girîng e," Hancock got.

Brîtanya armanc dike ku doza yekê ya vaksînê heya nîvê Sibatê pêşkêşî tevahîya kesên ji temenê 70'an mezintir, mirovên di bin rîskên bilind yên saxlemîyê, doktor û karmendên bijîşkî û xebatkarên lênerînê bike.

Li Brîtanya rojê 400.000 kes têne vaksîn kirin.

Lê, bi vê rêjeya leza derzîkirinê, welat di asta bo her 100 kesan de li pişt Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîlê dimîne.



XS
SM
MD
LG