Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dest Bi Vaksînkirina COVID-19 ya Welatîyan Dike


Welatiya Brîtanya ya 90-salî Margaret Keenan bû kesa yekê ku vaksîna COVID-19 wergirt

Brîtanya Seşemê dest bi vaksînkirina girseyî ya COVID-19 ya hemwelatîyên xwe kir, vaksîna ku ji hêla kompanîyên Pfizer û BioNTech ve li Brîtanya hatîbû hilberandin, bikar tîne.

Welatiya Brîtanya ya 90-salî Margaret Keenan bû kesa yekê ku vaksîna COVID-19 wergirt û di dîrokê de hat tomar kirin.

Keenan, demjimêr 6:31'ê danê sibê de li nexweşxaneya herêmî ya Coventry hat derzî kirin. Tê diyarkirin ku Margaret Keenan dê hefteya bê, bibe 91 salî û cejna bûna xwe pîroz bike, Keenan got "Ew diyarîya zûtirîn ya herî baş ya rojbûna min e, jiber ku ez ji dawîya sala borî û vir ve li mal tenê bûm. Ezê herî dawî bikaribim dema xwe bi malbat û hevalên xwe re derbas bikim."

Keenan, ku heya çar sal berê dixebitî, got ku keçek, kurek û çar neviyên wê hene.

Brîtanya, yek ji wan welatan e, li Ewrupa ku bandora herî xerab ya vîrusa korona li ser heye, heya niha zêdetir ji 61 hezar kes bi sedema nexweşiyê jîyanên xwe ji destdane.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson destpêkirina vaksîna vîrusa korona şîrove kir û got "Ewê gav bi gav cûdahiyek pir mezin çêbike. Lê, ez hîn jî bi fîkarim, jiber ku em hîn ne li wir in. Me, hêj ev vîrusa têk nebirîye."

Stephen Powis, Berpirsê Saxlemîya Neteweyî yê Brîtanya gava destpêkirina kampenya vaksînkirinê ji televîzyonê zindî şopand û diyar kir ku ew demeke pir hestyar bû.

Wezîrê Saxlemîya Brîtanya Matt Hancock ragihand ku ew pêşbînî dike ku heya dawiya salê bi mîlyonan kes werin vaksîn kirin.

Hevdem, Hancock hişyar da ku divê xelk dûrahîya civakî herî kêm heya demsala biharê biparêzin, heya ku kesên di xeterîyê dane, bêne derzî kirin.

Brîtanya bi armanca vaksînkirina 20 mîlyon kesan 40 mîlyon dane vaksîna Pfizer / BioNTech kirîye.

Di hefteya yekê de, tê çaverê kirin ku 800 hezar Brîtanî, bi taybetî jî, kesên ku li navendên çavdêriya pîr û kalan dijîn û herwiha karmendên saxlemîyê, werin derzî kirin.

XS
SM
MD
LG