Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve Yê Brîtanya bi Berpirsên Herêma Kurdistanê re Dicive


Wezîrê derve yê Brîtanya Dominic Raab ûSerokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Wezîrê derve yê Brîtanya Dominic Raab ûSerokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

Roja Çarşemê wezîrê derve yê Brîtanya Dominic Raab û şanda pêre, bi serdanekê gehiştin Hewlêr paytexta Herêma Kurdistana Îraqê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî Cigirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kombûn.

Piştî hevdîtinên herdu aliyan preskonferansek hevbeş encam da, di preskonferansê de Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî got "Di kombûnanên me de çendin mjiar hatin behis kirin, ji wan têkiliyên Îraqê û Herêma Kurdistanê bi welatê Brîtanya re, kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda de hewildanên çareseriya wan kêşeyan, şerê terorê û metirsiya serhildana cardî ya DAIŞê û bihêzbûna wê, hilbijartinên Îraqê û rewşa herêmê bi giştî."

Herwiha Dominic Raab wezîrê derve yê Brîtanya di preskonferansê de got "Behsa armiyê bo Îraq û Herêma Kurdistanê hate kirin, Britanya dê ya girêdayî soza xwe ya dostaniyê be, jibo weberhênanê û karsaziyê, herwiha dilxweşîn ku hêzên Pêşmerge ligel hêzên ewlekariya Îraqê kar dike bo derxistina DAIŞê ji herêmê, dixwazim ragihînim ku Britaniya budcek yan ji dest bi helmeteke nû kiriye bo alîkariya Pêşmerge, herwiha divê aramî hebe, mediya azad û serbixwe hebe û rê bi azadiya ramanê bihê dan, me behsa van mijaran û parasitna jîngehê jî kir".

Raab herwiha got "ُEmê piştevaniya navnetewî ragihînîn, û li ser alîkariyan berdewam bibîn, çaverê dikîn ku cenabê serok li London bibînîn."

Derbarê serdana şanda Brîtanî, siyasetvanê dêrîn Dr. Mehmûd Osman di axiftineke taybet de bo Dengê Amerîka got"Şandên Brîtanya tên û diçin, tişt bi wan re tun eye, tenê axiftinên xweş, ji derveyî Amerîka û Îranê kesek din nikare tiştekî bike, kesên din nikarin tiştek bikin, hêviya min ewe ku hikûmeta Kazimî bikare tiştekî bike, eger ku nikare baştire dest ji karkêşana xwe ragihîne, da ku kesek din bihê ku bikare karekî bike, jiber vê yekê kar hemî di dest Îranê de maye û li gor heza xwe serederiyê li Îraqê dike."

Derbarê çareseriya wan aloziyên ser sinorî yên ji encama êrîşên leşkerê Tirkiyê û şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKK û leşkerê Tirkiyê Dr. Mehmûd Osman got"Divê ku helwest hebe û li gel PKKê jî bikevin di nava diyalogê de, PKKê jî çewtiyên xwe hene divê li herêmên gund û avedanî lê heye nêz ne be û rewşa Herêma Kurdistanê di ber çavan re derbaz bike, nabe ku çi tiştekî bixwaze bike, lê bingeha pirsgirêkê Tirkiya ye, Tirkîyê bawerî bi aştiyê nîne."

Derbarê civîna li gel wezîrê derve yê Brîtanya, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hesaba xwe ya twîterê de, behsa civîna îro kir got "Min bi wezîrê derve yê memlekta Brîtanî Dominic Raab re li Hewlêr pirsên têkiliyên dualî, şerê li dij terorê, hilbijartinên çaverê kirî yên Îraqê û pirsên din gotûbêj kirin. Min sopasiy Brîtanya kir ya piştevaniya berdewam ya Herêma Kurdistanê."

Raporta Hewlêr 09 06 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:48 0:00

XS
SM
MD
LG