Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Bo Lêkolînek Bandorên Demdirêj ya COVID–19 mîlyon Dolaran Dide


Matt Hancock
Matt Hancock

Wezareta Tendirustîyê ya Brîtanya îro Yekşemê dîyar kir ku Brîtanya jibo lêkolînek nû ku bi armanca bandorên demdirêj yên li ser nexweşên COVID -19 tespît bike, dê 8,4 mîlyar pound (10,49 mîlyon $) bide.

Hatiye çavdêrîkirin ku vîrusa korona ya nû ya ku dibe sedema nexweşîya COVID-19-ê li ser hinek nexweşan bilî pirsgirêkên behn tengîyê bondorên pirsgirêkên saxlemîyên girîng yên din jî dike.

Lê bondorên vîrusê li ser pêketî yên din ku nîşanên nexweşîyê bi wan re nayê dîtin, hîn bi tevahî nayê fêm kirin.

Wezîrê Tendirustîyê Matt Hancock got ku, "Gava ku em tekoşîna xwe li dijî vê pandemiyê ya gerdûnî berdewam dikin, em di derbarê bandora nexweşîyê hîn û bêtir fêr dibin, lê ne tenê li ser tenduristîya an niha, lê tendirustîya laşî û hişî ya demdirêj jî."

Wezareta Tendirustîyê ragihand ku 10,000 kes dê beşdarî lêkolînê bibin, ku ji hêla Zanîngeha Leicester û nexweşxaneyên li bajêr ve tê rêvebirin.

Dê nimûneyên kezeb û xwînê yên nexweşan bêne girtin û ewê ji hêla wênegirîyên pêşketî ve jî bêne nirxandin, û ewê encam bo pêşvexistina şêwazên nû yên dermankirina kesane werin bikar anîn.

XS
SM
MD
LG