Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brahîm Biro: Rejîm Berpirsa Teqînên li Sûrîyê ye


Teqînên roja Şemîyê li bajarê Dêr el Zor û berî wê du teqînên li Şamê bûn eger ku civaka navnetewî, di nav de Sekretêrê Giştî yê NY Ban Ki-moon, bawer bikin ku rêxistina el Qayîde li Sûrîyê bihêz bûye heta ku karibe van teqînan pêk bîne. Li alîyê din, opozisyon rejîmê bi plankirina teqînan tewanbar dike.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Brahîm Biro endamê Komîteya Cîbicîkirinê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê dibêje, rejîm berjiwendîyê ji van teqînan dibîne ji ber ku ew weha diyar dike ku terorîst vî karî dikin û pêwîst e ew şerê wan bike.

Birêz Biro her weha dide zanîn ku bihêzbûna Îslamîyên radîkal li nav opozisyonê derfetê dide rêxistinên terorîst ku ew jî li Sûrîyê bihêz bibin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG