Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

îbrahîm Kalin: Li ser Mijara Şandina Leşkeran Jibo Lîbyayê Dibe ku Pêdivî bi Destûrnameyê Çêbe



Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê İbrahîm Kalin roja Sêşemê piştî civîna wezîran di destnîşan kir li ser mijara şandina leşkeran bo Lîbyayê dibe ku destûrname bê amadekirin.

Enqere meha borî bi hikumeta Trablusê re li ser sînorên behrê, herwiha hevkarîya leşkerî rêkeftinek îmze kiribû. Herdû alî jî di çarçoveya hevkarîya ewlehiyê de, mijara şandina leşkerên Tirkiye jibo Lîbayê anîbûn ziman.

"Li gorî geşedanên Lîbayayê dibe ku pêdivî bi destûrnameyê çêbe" got İbrahîm Kalin.

Wî da zanîn ku neha li parlamentoya Tirkiyê jî li ser vê mijarê xebat hene û ne dirûste ku behsa naveroka tezkereyê bike, jiber ku ev erka parlamentoyê ye.

Berdevkê Serokomarîyê daxuyakirin weke prensîp, Tirkiye li rex hikumeta meşrû ya Lîbyayê ye. Lê dewletên wekî Rûsya, Misir, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, eşkere piştevanîya xwe jibo Hafter nîşan didin. Kalin îda kir ev dikare bibe sedema têkbirina muzakereyên li Neteweyên Yekbûyî.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG