Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brahîm Xelo: Pêwîst e Hêzên Mezin Guşaran Bixine ser Rêjîma Sûrî


Xwepêşandanên dijî hikûmetê li bajarokê Zebedanî
Xwepêşandanên dijî hikûmetê li bajarokê Zebedanî

Bizavkarên opozîsyona Sûrîye dibêjin hêzên hikûmetê qebûl kirine ku agirbestekê ligel serhildayan li dar bixin, li bajarokê Zebedanê nêzîkî Şam û tixûbê Lubnanê.

Bizavkar dibêjin serhildayên Artêşa Azad ya Sûrîyê û nûnerên Serokê Sûrîye Beşar el-Esed li ser agirbestekê li hev hatin. Ev lihevhatin piştî pênc rojan ji şer derengî roja Sêşemê pêk hat.

Weha dîyar e ku lihevhatin bang li hêzên bi ser Esed ve dike ku ji wî bajarokî vekêşin û ji bo serhildayan ku ji kolanan derkevin. Hikûmeta Sûrîyê hîn ev yek piştrast nekirîye.

Vê dawîyê, Zebedanî bûye cihekî germ ku xwepêşandan bi awayekî berdewam lê dibin. Gelek şer di navbera leşkerên veqetîyayî û hêzên hikûmetê de di dema dawî de qewimîne.

Bi alîyekî din, Mîrê Qaterê Hemed Bîn Xelîfe El Thanî pêşnîyar kiribû ku hêzên leşkerî yên Ereb derbazî Sûrîye bibin da ku kuştin were rawestandin.

Di hevpeyvîna ligel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Brahîm Xelo, endamê Komîsyona Bilind ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê dide xuya kirin ku ev veqetandin, di mehên dawî de derketine holê, gihiştine asteke pir bilind.

Birêz Xelo her wiha dibêje hewce ye hêzên mezin yên cîhanê hîn zext û giwaştinan bixine ser rêjîma ku rojane bi dehan kesan dikuje.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe fayla dengî li destê rastê kilîk bikin.

XS
SM
MD
LG