Kompanîya Lêkolînê ya Gerontology ya Amerîka îro Çarşemê ragihand ku jineke Japon ya 116 salî wê ji alîyê Rekorên Cîhanê yên Guinness ve weke jina herî temendirêj were bijartin.
Rekorên Cîhanê yên Guinness piştî ku jina Îspanî ya 117 salî Maria Branyas Morera do miribû, hazirî dike ku kesa herî temendirêj dîyar bike.
Kompanîya Gerontology dîyar kir ku Tomiko Itooka ya 23’yê Gulanê ya 1908’an hatiye dinê û berê çîyager bûye li Ashiya li rojavayê Japonya dijî.
Li gor ragihandina kompanîya Gerontology, piştî Maria Branyas Morera roja Duşemê mir, niha dora Itooka ye ku bibe mirova herî temendirêj ya cîhanê.
Itooka, ku dayika sê zarokan e, di wê salê de hatiye dinê û wê di 70 salîya xwe de gelek caran çûye hilkişîye ser çîyan û ew du caran giheştîye ser Çîyayê Ontake ku bilindahîya wî 3,067 metre ye.
Kompanîya Gerontology ragihand ku Itooka di 100 salîya xwe de bê gopal hilkişîye ser Perestgeha Ashiya ya li Japonya ku pêlikên wê yên kevir dirêj in.
Jêder: Reuters