Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerên Almanî jiber Îdiayên Firotina Çekên Kîmyayî Dê Dijî Brenntag Doz Venekin


Dozgerên Almanî îro îro Sêşemê ragihand ku wan ti edemên rêwa nedîtiye ku hember kompanîya Brenntag ya çêkirina madeyên kîmyayî doz vekin ku di 2014’an de bo sazkirina çekan, madeyên kîmyayî firotiye şîrketeke Sûrî.

Rojnameya Sueddeutsche Zeitung ya Almanî û jimareke sazîyên din yên ragihandinê di meha Hezîranê de nivîsîbû ku kompanîya Brenntag hîn made firotine şîrketeke Sûrî ku di çêkirina dermanên êşbir û gazên asaban tên xebitandin.

Brenntag hîngê ragihandibû ku wê di sala 2014’an de, di çaroveya qanûnan de madeyên kîmyayî diethylamine û isopropanol firotibûn kompanîya Mediterranean Pharmaceutical Industries (MPI) da ku îlacên kêmkirina êşan çêke.

XS
SM
MD
LG