Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şanderê Amerîkî yê Dijî Daişê Brett McGurk Dest ji Kar Dikşîne


Brett McGurk

Şanderê Amerîka yê koalisyona navnetewî ya dijî Daişê Brett McGurk dest ji kar kişand, wek protestokirina dijî biryara serokê Amerîka Doland Trump a vekişîna ji Sûriyê.

Berî wî jî, wezîrê berevaniyê Jim Mattis ji bo heman sedemê dest ji kar kişand.

Berî 11 rojan, McGurk gotibû ku Daiş hîn bi temamî têk neçûye û wê vekişîna hêzên Amerîkî ji wir ne biryareke aqilmend be.

McGurk biryar da ku destkişana ji kar a nîva meha Şubatê bilez bike.

McGurk, ku di sala 2015an de ji aliyê serokê berê Barak Obama ve hatibû destnîşankirin, di nameya xwe destkêşana ji kar de got Daiş ber bi nemanê diçe lê hîn bi temamî têk neçûye û vekişîna hêzên Amerîka wê careke din Daişê bihêz bike.

Destkêşana ji kar a McGurk di 31 vê mehê de dikeve warê cîbecîkirinê. Wî pilan dikir di nîva meha Şibatê de dest ji kar berde, lê piştî biryara Trump û destkêşana ji kar a Mattis ew êdî nikare berdewam bike, li gor berpirsekî Amerîka ku nexwest navê xwe diyar bike.

XS
SM
MD
LG