Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Brîtanya jibo Veqetîna ji Yekîtîya Ewrupa Parlementoyê Nîşan Dide


Dadgeha Bilind ya Brîtanya, îro Sêşemê biryar da ku bêyî pejirandina parlamentoyê dewlet nikare dest bi xebatên cihêbûna ji Yekîtîya Ewrupa (YE) bike.

Serokê Dadgeha Bilind Lord Neuberger dîyar kir ku piranîya 11 dadgeran ew biryar dane.

"Bi 8 dengên 'erê' û bi 3 dengên 'na' dadgehê biryar da ku hikûmet bêyî pejirandina parlamentoyê nikare tiştekî li ser xala 50'yan bike,'' Neuberger ji AFP'ê re got.

Dadgehê di meha Mijdarê de jî heman biryar dabû. Lê hikûmetê li dijî biryarê nerazîbûn nîşan dabû û dîyar kiribû ku wezîr dikarin karê veqetînê bimeşînin.

Li gor qanûnên Brîtanya, parlemento divê li gor xala 50'yan ya Peymana YE biryara veqetînê bide.

Hêjayî bîrxistinê ye, li Brîtanya li ser derketina ji YE di Hezîran'a 2016'an referandum hatibû darxistin û 51.9 % deng jibo cihêbûn derketibûn.

XS
SM
MD
LG