Medya Brezîlî ragihand ku hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 50,000 derbaz kiriye.
Bi vî awayî, Brezîlya li cîhanê li dû Amerîka tê ku li wî welatî jî bi qasî 120,000 kes bi vîrusa korona mirine.
Wezareta Saxlemî ya Brezîlya dîyar kir vîrusa korona di 24 saetên dawî de pirtir ji 1000 kes kuştine.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkins’ê, li Brezîlya pirtir ji 1 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine. Lê, hin çavdêr dibêjin ku hejmara pêketîyan zêdetir e û jiber kêmbûna testan ew hejmara rast nizanin.
Jêderên xwecihî didin zanîn ku vîrusa korona bi taybetî li taxên xizanan zûtir belav dibe.
Pisporên saxlemîyê dibêjin ku Brezîlya di pêla pêşî ya vîrusa korona de hîn negihiştîye asta herî bilind.
Serokê Brezîlya Jair Bolsanoro jiber şêweya têkoşînê ya dijî vîrusa korona bi tundî tê rexne kirin.
Bolsanoro bo vîrusa korona di serî de gotibû ku "grîpeke biçûk" e û ew û walî û bajarvanên tedbîr ragihandibûn ketibûn nîqaşan.
Ew îdia dike ku tedbîrên dijî vîrusa korona ji wê vîrusê pirtir zararê didin Brezîlya.
Du wezîrên saxlemîyê ku wek Bolsonaro nafikirin, di rojên borî de li dû hev karvekişînên xwe ragihandibûn.