Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Brezîlya Bûyerên Pêketina Korona Careke Din Zêde Dibin


Kolanên Rio de Janeiro

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê jêderên herêmî yên Brezîlya ragihand ku peravên Rio de Janeiro dê jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona werin girtin.

Peravên Rio de Janeiro dê ji Înê bi şev heta Duşemê girtî bimînin.

Li Rio de Janeiro, ku mezinîya xwe li Brezîlya bajarê duduyan e, tevî ku pêketinên û mirinên ji vîrusa korona zêde bûbûn jî bi taybetî di dawîya hefteyan de peravên bajêr tije dibûn.

Karbidestên Rio de Janeiro sala borî jiber pandemîyê perav girtibûn, lê qedexe piştî demeke kin bi dawî bûbûn.

Berpirsên saxlemîyê dibêjin ku li Rio de Janeiro 95 ji sedê nexweşxaneyan tije bûne û banga baldarîyê dikin.

Li Rio de Janeiro heta niha bi qasî 217 hezar kes bi vîrusa korona ketine û li dora 20 hezar kesî jî bi wê mirine.

Agahîyên Zanîngheha Johns Hopkinsê raber dikin ku Brezîlya bi hejmara pêketin û mirinên ji vîrusa korona li cîhanê, li dû Amerîka di rêza duduyan de ye.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Brezîlya 11,7 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 287,499 kes bi wê canên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG