Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seroka Brezîlya Banga Civîneke Awarte Dike


Seroka Brezîlya Dilma Rousseff îro Înîyê dê civîneke tengavî dê pêk da ku rewşa xwepêşandana gotûbêj bike.

Xwepêşandanên li wî welatî pirtir dibin, tevî ku hikûmet hin daxwazên xwenîşandêran qebûl kirin.

Karbisdestên Brezîlî dibêjin, ew xwepêşandanên herî mezin yên 20 salên dawî ne.

Bi kêmî ve mîlyonek kes di rêdeçûnên seranserî Brezîlya de do Pêncşemê rijîyan kolanan.

Herî kêm 300 hezar ji wan xwenîşandêran li paytaxt Rio de Janeiro kom bûn û polîsan jibo belavkirina wan gazên îsotê bikar anîn.

Xwepêşandêran herwiha êrîşî avahîya wezareta derve jî kirin û kevir û hin tiştên din avêtin berî ku polîs wan asteng bikerê li ber wana bigire.
XS
SM
MD
LG