Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerên Brezîlya Hewil Didin ku Bolsonaro Kurê Xwe Neke Balyozê li Amerîka


Dozgerên Brezîlya hewil didin rê li ber serokê wî welatî Jair Bolsonaro bigirin ku kurê xwe neke Balyozê Amerîka.

Serdozgerîya Brezîlya ji dadgeha federal dixwaze ku ew bi biryarekê bide zanîn ku bo yek bibe dîplomat, divê herî kêm 3 salan li derveyî welêt kar kiribe.

Jair Bolsonaro, meha borî kurê xwe Eduardo bo balyozîya Amerîka kiribû berbijar û hin alîyên Brezîlya jiber vê bertek nîşan dabûn.

Dozger dîyar dikin ku Eduardo Bolsonaro tenê 4 mehan li derveyî welêt xebitîye û tecirbeya wî têra balyozbûnê nake.

Parlamanterên rikeberîyê bang li Dadgeha Bilind ya Brezîlya dikin ku rê li ber erkdarkirina Bolsonaro bigire.

Bolsonaro dide zanîn ku kurê wî zimanên bîyanî baş dizane û peywendîyên wî yên bi zarokên Serokê Amerîka Donald Trump re baş in.

Wî hefteya borî dîyar kiribû Trump bi nameyekê erkdarkirina kurê wî pejirandiye, lê divê berbijarîya wî ji alîyê Civata Senatoran ya Brezîlya ve were qebûl kirin.

XS
SM
MD
LG