Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Brezîlya Bolsonaro bo Wezareta Saxlemîyê Generalek Erkdar Kir


Serokê Brezîlya Jair Bolsonaro bo wezareta saxlemîyê generalek erkdar kir.

Biryara ser erkdarkirina General Eduardo Pazuello di rojnameya fermî de hat weşandin.

Pazueallo, piştî Wezîrê Saxlemî yê berê Nelson Teich di 15’ê Gulanê de karvekişîna xwe ragihandibû, bi awayekî nefermî karê wezaretê dimeşand.

Teich di 17’ê Nîsanê dest bi kar kiribû û medya Brezîlya dabû zanîn ku jiber ku ew naxwaze bo vîrusa korona dermanê bi navê Cloroquin were karanîn, bi Bolsonaro re ketiye nîqaşan.

Wî dabû zanîn ku ew dermanê tayê dikare nexweşîyên din di ber re çêke û herwiha nexwestibû ku Brezîlya bi lezgînî vegere ser karên aborîyê.

Wezîrê berî Teich, Luiz Henrique Mandetta jî piştgirîya mesafeya civakî kiribû û Bolsonaro ew di 16’ê Nîsanê de ji kar dûr xistibû.

XS
SM
MD
LG