Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Saxlemî yê Brezîlya yê Nû Karvekişîna Xwe Ragihand


Wezîrê Saxlemî yê Brezîlya Nelson Teich, ku bi qasî meheke berê dest bi karê xwe kiribû, karvekişîna xwe ragihand.

Medya Brezîlya di rojên dawî de ser girjîya di nav Serok Jair Bolsonaro û Teich de dinivîsî.

Bolsonaro dîyar kiribû ku pêşnîyazên Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) yên bo mesafeya civakî zararê dide aborîya Brezîlya û gotibû ku divê ‘’hema bêje hemî kompanî û cîhên din yên kar’’ vebin.

Teich piştgirîya mesafeya civakî kiribû û ser planên Bolsonaro yên dijî tedbîrên bo vîrusa korona bertek nîşan dabû.

Wezîrê Saxlemî yê Berê Luiz Henrique Mandetta jiber piştgirîya mesafeya civakî di 16’ê Nîsanê de ji alîyê Bolsonaro ve ji kar hatibû dûr xistin.

Li Brezîlya bi qasî 220,000 kes bi vîrusa korona ketine 14,962 kesan bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG