Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brezîlya û Zanîngeha Oxfordê bo Perpûnê Peymanê Îmza Dikin


Hikûmeta Brezîlya bi Zanîngeha Oxford û kompanîya dermanan AstraZeneca re ser sitandina perpûnê peyman îmza kir.

Li gor peymanê, hikûmeta Brezîlya dê bo 30,4 mîlyon perpûn 127 mîlyon dolar bide.

Wezareta Saxlemî ya Brezîlya ragihand ku kelûpelên perpûnê dê di qonaxan de, di Berfanbar û Çileyê de werin dayîn ku bo wî welatê bi 210 mîlyon kes, 100 mîlyon perpûn werin hazir kirin.

Kompanîya dermanan, Fiocruz dê perpûnê li Brezîlya bi kelûpelên ji Ewrupa were çêke.

Li gor daxuyanîya karbidestên saxlemî yên Brezîlya, perpûn dê berê bo kesên temenên wan mezin, kesên kêşeyên wan yên saxlemîyê hene û hêzên ewlekarîyê werin karanîn.

Hêjayî bîrxistinê ye, berpirsên Amerîka jî di meha Gulanê de dabûn zanîn ku ewê ji wê perpûna pisporên Oxfordê hazir dikin, 300 mîlyonî bistînin.

Amerîka bo wan perpûnan 1,2 mîlyar dolar budçe veqetandibû.

AstraZeneca dîyar kiribû ku ewê 400 mîlyon perpûn bidin dewletên Yekîtîya Ewrupa (YE) û dabû zanîn ku Rûsya, Japonya û hin welatên din jî bo sitandina perpûnê ketine rêzê.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG