Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dijî Vîrusa Korona Tedbirên Nû Radigîhîne


Serokvezîrê Brîtanya Boris Johnson îro Çarşêmê got ew nexwêstîye ku bo hemû Brîtanyayê qêdexêya derkêtîna dervayê ragîhîne, lê ji bo parastina jîyana xêlkê ewê qedexeya derketina derva ya dû hefteyan radigîhîne.

Johnson bersîva daxwaza reberê opozîsyonê Keir Starmer da ku xwestîbû ku qedexekirina derketina dervaya demkî be ragihandin.

Johson got ew dixwaze çareserîyereke heremî bi rê vê bibe.

“Armanca me ew e ku emê niha çarêsêrîyekê bibinîn ku di peşerojê de pewîstîya me bi qedexekirina derketina dervaya bi netewî ya nû nemîne” Johson di parlamentoyê de got.

Bi zêdêbûna pekêtîyan hîkûmeta Brîtanyayê biryar da ku bi sîstemêkê 3 heremî de parastinekê heremî bi revê bibe.

Herêma Liverpool bi zedebûna peketîyên herî bilind ya Brîtanyayê, dibe herêma yekê ku girtina bar, cîhê sporê û aborîyên din radigihîne ku dibe ku bi mehan ew girtî bimînin.

Îro roja Çarşêmê, Îrlanda ku li dervêyê wan sê heraman dimîne, bi hêztir tedbîrên peşîgirtina koronayê ji dema bilindbûna peketîyan berê ya havînê ragihand ku hemû dibistan û xwaringêh li vir tên girtin.

Rexnegirên hîkûmeta Brîtanyayê dibejin ku qedexekirina derketina dervayê bi hêz ya bo hemû welat wê çareserîyekê baştir bibe.

Herwiha rexnêgir dibejin ku bi wî awayî bandora girtinê li ser ekonomîyê nizmtir bibe.

Roja Sêşêmê Serokê Partîya Karkeran Starmer bang kir bo 2-3 hefteyan qêdêxeya derketina dervayê. Şêwirmênden Sêrokvezîr Boris Johnson ji piştewanîya we bangê kirin, ku dikare bi jiyana bi hêzaran biparazê.

XS
SM
MD
LG