Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson “Êrîşên Xerab” yên Xwepêşanderan li Dijî Polîs Rexne Dike


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson îro Şemîyê bi zarekî tund “ êrîşên xerab yên dijî polîs rexne kirin, piştî xwepêşandanên Bristolê li dijî pirojebiryareka ku tê de tundî derket pêş û di encamê de 10 kes hatin girtin.

Polîsê xwecihî got xwepêşanderan roja Înê êvarê kevir û şûşeyên camîn û hêk avêtin wan.

Johnson di Twîtekê de got:

“Şeva borî êrîşên xerab li dijî efserên polîs yên Bristolê bûn. Pêwîst nedikir ku polîs bi kevir, şûşe û yarîyên agirîn werin êrîşkirin û ziyan bigihe mal û milkan.”

Wî got, “Ez bi temamî piştgirîya polîsê bajêr dikim.”

Bristol bûye navenda xwepêşandanên dijî pirojebiryareka hikûmetê ya ku dê desthilatên nû bide polîs ji bo bendkirinên bêhtir li dijî xwepêşandana.

Yekşema borî du efserên polîs birîndar bûn û herî kêm du otombêlên polîs li bajêr hatin şewitandin, piştî ku tunûtûjî di xwepêşandanên aştîyane de derket pêş.

XS
SM
MD
LG