Lînkên eksesibilîtî

Polîsê Brîtanya Çar Leşkeran bi Tawana Endametiya neo-Nazi Digire


Polîsê Brîtanya roja Sêşemê ragihand ku wan bi gomana endametiya di rêxistina neo-Nazi û encamdana êrîşên terorê de, 4 leşker girtine.

Wezareta berevaniya Brîtanya piştrast dike ku, kesên hatine girtin, endamên artêşa Brîtanî ne.

Desthilata Brîtanya li Kanûna bûrî biryara qedexekirina tevgera rastgirên netewparêz, neo Nazî li Brîtanya stend, piştî Jo Cox endamê parlamena Brîtanya li ser destê yek ji rastgirên tundrê hatî kuştin.

Polîs dibêje ew kes li bajarên Birmingham, Ipswich, Northampton hatine girtin, navên kesên girtî nehatine eşkere kirin, lê polîs dibîje jiyê wan di navbera 22 heta 32 salan de ne.

Yekîneka dije-terorê li Navenda rojavayê Brîtanya dide zanîn ku, kesên girtî di operasiyaneka sîxorî de hatine girtin û çalakiya girtinê li jêr kontrolê de bû, ti metirsî li ser ewlekarîya welatiyan nînin.

Li Brîtanya çendîn êrîş ji aliyê netewparêzên tundrê yên spî û Îslamiyên radîkal ve pêkhatine û bi dehan kes di wan êrîşan de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG