Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Destêwerdana Leşkerî Dûr Dixe Dema Rûsya Êrîşî Okranyayê Bike


Wezîrê berevaniyê yê Brîtanya Ben Wallace
Wezîrê berevaniyê yê Brîtanya Ben Wallace

Wezîrê berevaniyê yê Brîtanya Ben Wallace ji kovara Spectator re got ku Brîtanya dûr dixe ew û hevbanedên xwe destêwerdana leşkerî bikin dema Rûsya derbasî Okranyayê be.

Brîtanya û welatên G7 vê hefteyê huşdariya "encamên xerab" dabûn Rûsyayê eger êrîşî Okranyayê bike, lê serokwezîr Boris Johnson roja Înê got ku welatê wî dê her hewleke dîplomatîk û aborî bi kar bîne li beramber her dijminahiyeke Rûsî.

Wallace ji kovarê re got Okranya ne endameke di NATOyê de, ji ber wê, ne pêşbîne ku ti endam ji bo rûbirûbûna Rûsya hêzan bişînin Okranyayê.

Wî got:

“Divê em xelkê nexapînin û nebêjin emê wiha bikin. Okranî vê yekê dizanin.”

Serokê Amerîka Joe Biden jî ta niha bijara leşkerî red dike.

Wallace got Brîtanya dikare alîkariya Okranyayê bike bi riya "avakirina şiyanan" û gefên sepandina cezayên aborî yên tund dê bersivên herî pratîkî bin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG