Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Brêtanya li dor Sûriyê Dibêje “Edî Bese”


Wezîrê Derve yê Brêtanya Boris Johnson
Wezîrê Derve yê Brêtanya Boris Johnson

Wezîrê Derve yê Brêtanya Boris Johnson dibêje ew hêvîdare pêwîstî bi çi êrîşên din nebe li dijî Sûriyê, lê Brêtanya û hevalbendên wê dê kiryarên din bidin ber çavan eger serokê Sûriyê di siberojê de careka din çekên kîmawî bikar bîne.

Johnson îro Yekşemê ji BBC re got êrîşa dijî hikûmeta Sûriyê guncaw bû û wê diyar kir ku”cîhanê got êdî bese.”

Wî got dê Brêtanya û hevalbendên wê binerin çi bijarên din hene eger êrîşeka din a kîmawî bibe.

Di heman demê de, serkirdeyê opozisyonê Jeremy Corbyn dibêje êrîşa dijî Sûriyê” bi awakî yasayî cihê gotûbêjê bû.” û pêwîste Brêtanya pêgir be bi yaseya navnetewî, eger daxwaza bingeheka moralî ya bilind dike.

Corbyn daxwaza pirojebiryarekê dike ku ewlehiyeka bêhtir bide Parlemanê li dor kiryarên leşkerî.

XS
SM
MD
LG