Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hin Karbidestên Brîtanî jibo Sunak Piştgirîya Xwe Radigihînin 

Sunak û Johnson
Sunak û Johnson

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Cîgirê Serokwezîrê Brîtanya Dominic Raab û Wezîrê Veguhestinê Grant Shapps bo kempeyna serokwezîrîyê dê piştgirî bidin Rishi Sunak.

Reutersê da zanîn ku Wezîrê Veguhestinê Shapps jibo ku piştirîya ji Rishni Sunak bike berbijarîya xwe ya jibo serokwezîrîye vekişandiye.

Raab jî di kempeyna danasînê de dibêje ku bi bawerîya wî Sunak kesekî wiha ye ku dikare serokwezîrîya Brîtanya bike.

‘’Welatê me di qonaxeke dijwar ya aborî re derbaz dibe û ew dikare bo vê rewişê rêberîya me bike.’’ Raab got.

Shapps ji Twitterê da zanîn ku Sunak bi kanîn û zanînên xwe dikare welêt bi rêve bibe, loma ew ji berbijarîyê vekişîye.

Sunak hefteya borî, wek protestokirina Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson ji wezîrtîya darayî karvekişîna xwe ragihandibû û li dû wî hin karbidest û wezîrên din yên hikûmetê jî dest ji kar berdabûn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku piştî nerazîbûnên mezin, Johnson neçar mabû ku dest ji kar berde û niha li ber e Partîya Konservatîf ya Brîtanî rêberekî nû hilbijêre.

This item is part of
XS
SM
MD
LG