Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Nasnama Leşkerê li Sûriyê Hatî Kuştin Eşkere Dike


Wezareta berevaniya Brîtanî di beyanamekê de eşkere kir ku, leşkerê wan 29î Adarê, li bakurê Sûriyê li Minbic di peqîna bombek çandî de, hat bû kuştin "çawiş Matt Tonroe ji betalyona peraşotên leşkerî Brîtanî ye".

Matt Tonroe, leşkerê Brîtanî yê yekê ye, li Sûriyê tê kuştin, ji dema hevpeymanan li Sûriyê li dij çekdarên DAIŞ’ê dest bi êrîşan kirî.

Wezareta berevaniyê di daxûyaniya xwe de dibêje" Matt Tonroe ji betalyona Siyan ya girêdayî belîka peraşotan e, bi şêweke xemgîn 29î Adarê sala 2018an, hatiye kuştin dema di erka xwe ya leşkerî de bû li Rojhilata Navîn".

Leşkerê hatî kuştin di jiyê 33 salî de bû, jibo şerê li dij DAIŞ’ê giha bû nav rêzên leşkerê Brîtanî yên ku li Sûriyê dijî dewleta Îslamê DAIŞ'ê şer dikir, Monroe û leşkerek din yê Amerîkî di peqîna bombeya liser rê çandî de hat bûn kuştin.

XS
SM
MD
LG