Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dixwaze Tedbîrên Dijî Rêwîyên ji Amerîka Sist Bike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson dixwaze welatîyên Amerîka bi awayekî ‘’serbest’’ werin welêt.

Reutersê ragihand ku Johnson bi karbidestên Amerîkî re ser korîdoreke rêwîtîyê axifîye.

Hikûmeta Brîtanya jiber tedbîrên tund yên vîrusa korona yên bo turîstan ji alîyê karsazên kompanîyên firînan dihat rexne kirin.

Yekîtîya Ewrupa (YE) tevî ku bernameya wê ya vaksînê li gor ya Brîtanya hêdî bû jî sînorên xwe hîn zûtir vekirin.

Medya Brîtanî dide zanîn ku hikûmet niha hazirîyê dike ku ew karantînaya bo turîstên ji YE û Ameîka yên du dozên vaksînan li xwe xistine, rake.

Johnson dibêje ew dixwaze ku turîstên ku vaksînên xwe bi awayekî tam li xwe xistine, mîna berî pandemîyê serdana Brîtanya bikin.

Johnson dîyar dike ku niha Amerîka û Brîtanya bi pêla vîrusa korona ya bi navê Delta re rûbirû mane û gava ew ser korîdora rêwîtîyê tiştekî hazir bikin jî ewê welatî bibihîsin.

XS
SM
MD
LG