Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya: Amerîka Radestkirina Assange Dixwaze


Polîsê Brîtanya ragihand ku Amerîka radestkirina danerê Wikileaksê Julian Assange dixwaze.

Amerîka, Assange bi korsanîya înternetê tawanbar dike.

Wezareta Dadê ya Amerîka dîyar dike ku Assange bo di komputerên hikûmetê yên têde agahîyên veşartî hene bi Chelsea Manning re hevkarî kiriye.

Parêzerê Assange da zanîn ku ew dê bo radestî Amerîka nebe têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomîne.

Brîtanya dabû zanîn ku Assange li ser navê Amerîka hatiye girtin.

Polîsê Brîtanya, Assange li Balyozxaneya Ekvador ya li Londonê, ku ew heft sal in li wir e, desteser kiribû.

Rûniştina ser radestkirin yan neradestkirina Assange bo Amerîka, dê di 2’ê Gulanê de li dar keve.

XS
SM
MD
LG