Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya bo Brexitê Careke Din Dengdanê Çêdike


Li Londonê alîgrekî Brexitê
Li Londonê alîgrekî Brexitê

Serokê Parlamantoya Jêrîn ya Brîtanya John Bercow destûr da ku bo peymana derketina ji Yekîtîya Ewrupa (YE) careke din dengdan li dar keve.

Brexit li parlamantoyê berê du caran hatibû red kirin. Li ber e ku dengdana nû roja Înê pêk were.

Bercow dîyar kir ku naveroka bernivîsa nû ya ser Brexitê ji her du bernivîsên berê cudatir e.

Hikûmeta Theresa May ragihand ku bernivîsa nû tenê derbarê vekişîna Brîtanya ye û têde ser peywendîyên siberojê yên bi YE’ê re tiştek nehatiye nivîsîn.

Partîya Karkeran, ku li Brîtanya rikeberîya sereke ye, dîyar kir ku ewê dijî bernivîsê dengan bidin.

XS
SM
MD
LG