Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Jêrîn ya Parlamana Brîtanya Brexita Bêpeyman Red Kir


Civata jêrîn ya Parlamana Brîtanya bernivîsa ser taloqkirina Brexitê pejirand.

Li gor bernivîsê ger hikûmet bi Yekîtîya Ewrupa (YE) ser Brexitê li hev neke, Brexit dê were taloq kirin.

Bernivîs li hember 299 dengan bi 327 dengan hat qebûl kirin.

Bernivîsa ji alîyê civata jêrîn ve hatiye pejirandin dîyar dike ku hikûmet ger heta 19’ê Cotmehê bi YE’ê re li hev neke û parlaman Brexite bêpeyman nepejirîne, dê ji YE’ê bo sê mehan taloqkirina Brexitê were xwestin.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson dida zanîn ku ewê heta 31’ê Cotmehê bi her awayî ji YE’ê derkevin.

XS
SM
MD
LG