Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Brîtanya Peymana Brexitê Pejirand


Parlamana Brîtanya peymana ser derketina ji Yekîtîya Ewrupa (YE) pejirand.

Peymana bi navê Brexit tê zanîn li hember 234 dengan bi 358 dengan hat qebûl kirin.

Jiber ku piranîya civata jorîn di destê konservatîfan de ye û ew alîgirê Brexitê ne, li ber e ku Brexit li wir jî were pejirandin.

Ger civata jorîn jî peymanê bipejirîne, Brîtanya dê di 31’ê Çileyê de ji YE’ê derkeve.

Serokwezîrê Brîtaya Boris Johnson dîyar kir ku ger bernivîs were pejirandin dê ‘’hêrs û êşa ji referanduma Brexitê vir ve welat dagirtiye’’ bi dawî bibe.

Rikeberîya Brîtanya jî dide zanîn ku ger ew ji YE’ê derkevin ewê bo bazirganîya bi yekîtîyê re kêşe çêbin.

XS
SM
MD
LG