Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zilamekî Brîtanî bi Danana Plana Êrîşeke Dijî Leşkerên Amerîkî Hate Mahkum Kirin


Polîsên Brîtanî li pêş mala cîhadîyekî ne

Ajansa AP radigihêne ku ajotvanekî Britanî hate mehmum kirin, bi sedema ku wî plana êrîşeke dijî personelên leşkerî yên Amerîkî li Brîtanya danaye.

Dadgeheke Brîtanî îro Înê Junead Khan ê 25 salî sûcdar dît ku hazirîya kiryareke terorîstî dikir.

Karbidest dibêjin, jiber ku Khan di kompanîyeke dermançekirinê de dixebitî, wî dikarîbû bi hêsanî têkeve nav bingehên leşkerî yên Amerîkî.

Dozgerên Brîtanî ji ajansê re gotiye, Xan ku ji Tîrmeha sala borî vir ve girtî ye, maîlan ji DAIŞê re dişand û ku çawa qazayeke derewîn ya trafîkê pîk bîne û êrîşî leşkerên Amerîkî bike.

Karbidestên Brîtanî herwiha rahihand ku wan di lêgerîna nav mala Khan de ala DAIŞê û nîvîseke wê komê ya çêkirina bombeyan jî dîtine.

XS
SM
MD
LG