Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Brîtanya: Heta Esad ji Desthilata Sûrîyê Neçe li Wir Aştî Çênabe


Wezîrê Derve yê Brîtanya Jeremy Hunt dîyar kir ku bo li Sûrîyê ‘’aştîyeke mayînde’’ çêbe divê Serokê Sûrîyê Beşar Esad here, lê da zanîn ku di demeke nêz de tiştekî wisa çênabe.

Hunt ji kanala Sky News’ê re got ku li gor Brîtanya heta ku Esad dest ji desthilatê bernede li wî welatî mercên aştîyê pêk nayên.

Wî dîyar kir ku ew bi ‘’xemgînî’ bawer dike ku Esad hîn demeke dîtir li desthilatê bimîne.

Hunt da zanîn ku Esad di şerê navxweyî ya Sûrîyê de, ku heşt sal in didome, bi piştgirîya Rûsya kursîya xwe parastîye.

Li gor daneyên Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR), niha 60 ji sedê Sûrîyê di bin kontrola hêzên Esad de ye.

XS
SM
MD
LG