Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartina Brîtanya: Ti Partîyan Piranîya Meclîsê bi Dest Nexist


Li gor encamên ne fermî yên hilbijartina Brîtanya, Partîya Konservatîf ya ku niha desthilat e careke din piranîya kursîyên parlementoyê bi dest xist.

Lê Partîya Konservatîf nikare bi tenê hikûmetê ava bike. Li gor encamên ne fermî yên dawî, Partîya Konservatîf ya Serokwezîr Theresa May 312 kursî bi dest xistin û 11 kursî ji destê wê derketin.

Partîya Kar ya li dû konservatîfan tê, 28 kursîyên din sitandin û giheşt 259 kursîyan.

Partîya Neteweyî ya Îskoç (SDP) 34, Demokratên Lîberal (LD) 5, Partîya Yekîtîya Demokratîk (DUP) 10 û partîyên din jî 12 kursî bi dest xistin.

Piştî encamên hilbijartinê eşkere bûn, Serokê Partîya Kar Jeremy Corbyn bang li Xanim May kir ku karvekişîna xwe bide. Ser vê bangewazîyê May'ê got ku "Pêwîstîya Brîtanya bi îstiqrarê heye"

Medya Brîtanî jî radigihîne ku encamên hilbijartinê bo Serokwezîr May bûye şokeke mezin. Financial Times, The Times, Independent û hin rojnameyên din yên ku wek wan tên zanîn xinêjin ku May bi xwestina hilbijartina pêşwext qumareke mezin listîye û ew wenda kiriye.

Di meclîsê de 650 endam hene ku kê 326 kursî bi dest bixista dikaribû bi tenê desthilata xwe ragihîne.

XS
SM
MD
LG