Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Hilbijartina Pêşwext Pejirand


Parlamana Brîtanya biryar da ku di 12’ê Berfanbarê de hilbijartina pêşwext li dar keve.

Bernivîsa ser hilbijartina pêşwext li hember 20 dengan bi 438 dengan hat pejirandin.

Bernivîs dê bi pejirandina Civata Jorîn û Kralîçe Elizabeth II di qanûnê keve.

Dema qanûnçêkirinê ya Civata Jorîn dê di hefteya pêş de bi dawî bibe û berbijarên civatê dê li herêmên xwe dest bi xebatên hilbijartinê bikin.

Li gor anketên dawî Partîya Konservatîf, ku li desthilatê ye, 37 ji sedê dengan û Partîya Karkeran jî 22 ji sedê dengan distîne.

XS
SM
MD
LG