Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya, Brîtanya û Fransa, Îranê Ser Muşekên Navokî Tawanbar Dikin


(arşîv)

Nûnerên Almanya, Fransa û Brîtanya yên li Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres re ser ceribandinên muşekan yên Îranê nameyek şandin.

Di nameyê de hat gotin ku tevgerên Îranê dijî biryara NY’ê ya ser peymana navokî ya sala 2015’an e.

Nûnerên her sê dewletan bal kişandin ser hin dîmenên li medya civakî û dîyar kirin ku muşekên ku Îranê nîşan dane dikarin çekên navokî bar bikin.

Di nameya fermî de herwiha hat gotin ku Îranê îsal sê caran muşek ceribandine.

Wezîrê Derve yê Îranê Cevad Zarîf ser nameya Almanya, Fransa û Brîtanya bertek nîşan da.

Zarîf ji Twitterê dîyar kir ku her sê dewletên Ewrupî berpirsîyên xwe yên bo peymana navokî bi cîh neanîne û serî li ‘’dereweke bêhevî’’ xistine.

XS
SM
MD
LG