Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson Ket Nexweşxaneyê


Ofîsa Serokwezîrîya Brîtanya ragihand ku Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson veguhestine nexweşxaneyê.

Di 26’e Adarê de, testa vîrusa korona ya Johnson erênî derketibû û ew li malê ketibû karantînayê.

Li gor daxuyanîya Ofîsa Serokwezîrîya Brîtanya jiber ku li ser Johnson nîşanên nexweşîya vîrusa korona dom kirine, ew bo tedbîran birine nexweşxaneyê.

Kabîneya hikûmeta Brîtanya dê îro ser vîrusa korona kom bibe û li ber e ku Wezîrê Derve Dominic Raab seroktîya civînê bike.

Hejmarên fermî yên Brîtanya raber dikin ku vîrusa korona li wî welatî ketiye canê pirtir ji 47,000 kesan û bi qasî 5000 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG