Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Saxlemî yê Brîtanya: Perpûna Vîrusa Korona Dê Heta Noelê Hazir Be


Wezîrê Saxlemî yê Brîtanya Matt Hancock dîyar kir ku li gor ‘’senaryoya baş’’ ewê perpûna vîrusa korona heta Neolê hazir be.

Hancock da zanîn ku ew her tim bi geşbînî li jîyanê dinêre û li gor wî ewê heta Noelê perpûna vîrusa korona were dîtin.

Wî bal kişand ser dijwarîya hazirkirîna perpûnê û got ku ger ew wê hazir bikin ewê hemî hemwelatîyên cîhanê bikar bînin.

Zanîngeha Oxfordê ya Brîtanya jî roja Duşemê dabû zanîn ku wan bo perpûna vîrusa korona pêşketinên girîng bi dest xistine.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Brîtanya bi qasî 300,000 kes bi vîrusa korona ketine û 45,507 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG