Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Saxlemî yê Brîtanya Dibêje Rewişa Têkoşîna Dijî Korona ya Welêt bi Îstiqrar E


Wezîrê Berevanî yê Brîtanya Sajid Javid îro Pêncşemê ragihand ku ew dijî vîrusa korona têkoşîneke bi îstiqrar dimeşînin.

Javid da zanîn ku gava ew li rewişa pandemîyê ya li welêt dinêrin ew dibînin ku reqemên pêketin û mirinên ji vîrusa di çend hefteyên dawî de hinekî rabûne û hinekî jî daketine.

Wî dîyar kir ku ew di ser reqeman re dikarin bibêjin ku rewiş bi îstîqrar e.

Wezîrê Saxlemî got ku sîstema wan ya sereke ya bo berevanîyê dimeşe.

Agahîyên fermî raber dikin ku roja Çarşemê li Brîtanya 42,776 kes bi vîrusa korona ketine ku ew ji nîvê Tîrmehê vir ve hejmara herî bilind e.

Ew agahî nîşan didin ku di nav 28 rojên piştî testa pozîtîf de 136 kesan canên xwe ji dest dane.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG