Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Brîtanya: May Dê Îro Dema Karvekişîna Xwe Ragihîne


Medya Brîtanya dide zanîn ku serokwezîra wî welatî Theresa May dê îro Înê bi daxuyanîyekê dema karvekişîna xwe ragihîne.

May dê bo hilbijartina rêberê nû yê Partîya Konservatîf jî, ku li desthilatê ye, demekê dîyar bike.

Li gor nûçeya BBC'yê li ber e ku berbijar di 10’ê Hezîranê de dest bi kempeyna xwe bikin.

Çaverê ye ku May, îro piştî civîna bi parlamanterên Partîya Konservatîf re daxuyanîya ser dema karvekişînê bide.

XS
SM
MD
LG