Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Hewil Dide Her Roj 100,000 Testên Korona Bike


Wezîrê Saxlemî yê Brîtanya Matt Hanckok dîyar kir ku ew dixwazin heta dawîya mehê hejmara testên vîrusa korona yên rojane bikin 100,000.

Rikeberîya Brîtanya, hikûmet jiber kêmbûna testên bo karmendên saxlemîyê û gel rexne dikir.

Matt Hanckok, ku bi xwe jî bi vîrusa korona ketibû, piştî başbûna xwe cara pêşî derket pêş bîragîştî û ew armanca ser testan eşkere kir.

Brîtanya di rojên pêşî yên bi vîrusa korona de tevî ku tedbîr sitandibûn jî li gor dewletên din yên Ewrupa hinekî din sist li wê mijarê dinêrî.

Wî welatî piştî pisporên wê dan zanîn ku ewê jiber vîrusa korona 250,000 kes jîyana xwe ji dest bidin stratejîya xwe guherand.

XS
SM
MD
LG