Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Denîz Çifçî: Daiş Dibêje Hun li Rojhilata Navîn Êrîşî Me Dikin, Emê jî Nav Welatên We Êrîş Bikin


Dr. Denîz Çifçî weha şirove dile û dide zanîn ku, Daiş dixwaze bi van êrîşan sinyalê bide welatên Rojava, ji wan re bêje, eger ku, êrîşên we li rojhilata navîn berdewam bibin, emê di nava welatên we de êrîş bikîn.

Êrîşên liser bajarê Bruksel paytexta Belcîka pêkhatîn, piştî bergomanbarekî êrîşên Parîsê hatî girtin û lêkolîn li dij wî dihatin berdewam kirin.

Di wan êrîşan de nêzîkî 34 kes hatin kuştin û nêzîkî 200 kes birîndar bûn.

Çavdêr di wê nerînê de ne ku, komelên radikal di armanca xwe da jibo jinavbirina bihayên rojava yên azadî û demokrasiyetê serkeftîne.

Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka Dr. Denîz Çifçî got, bi êrîşên Bruksel, Daiş peyemek derunî dide alîgirên xwe û dibêje welatên Rojava eger hun êrîşî min bikin li Rojhilata Navîn me jî şiyan hene di nava welatên we de, êrîşî we bikîn.

Hevpeyvina bi Dr. Denîz Çifiç re di fayla deng de ye.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:30 0:00

XS
SM
MD
LG