Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Holand Banga Civîneke Awarte li Endamên EU Dike


bruksel- outdoor

Ajansa Reuters îro roja Çarşemê 23î Adarê, ji Bruksel paytexta Belçîka radigehîne ku, welatê Holand weke seroka niha ya Yekêtiya Ewrupa bang li welatên endam kiriye ku sibê wezîrên wan yên dadwerî û ewlekariyê di civîneke awarte de amade bibin.

Holand banga vê civîna awarte dike piştî roja Çarşemê 22î Adarê êrîşa terorî li Bruksel pêkhatî, di encam de 34 kesan jiyana xwe jidest dan û nêzîkî 200 kes birîndar bûn.

Civîna sibê 24î Adarê dê li Bruksel pêk bihê, tê texmîn kirin ku, wezîrên dadwerî û ewlekariyê yên hemû welatên endam di Yekêtiya Ewrupa de beşdarî civîna awarte bibin, civîn dê di seat 15:00 de liser wextê ewrupa pêkwere.

XS
SM
MD
LG