Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Belçîka Girêdayî Êrîşên Brukselê Hember 2 Kesên Din Doz Vedike


Dozgerên Belçîkî îro Sêşemê dibêjin, wan girêdayî êrîşên Brukselê yên meha borî ku 32 kes kuştibûn, doz li hember 2 kesên din vekir.

Daxuyanîya ofîsa dozgerîyê federal ragihand ku Smail F. û Ibrahim F., bi tawanên girêdayî terorîzmê tên sûcdar kirin û dibe ku xanîyêkî ku wan kirê kiribû wek weşartgeha bombevanên Brukselê hatibe karanîn.

Polîsên Belçîkî berê jî, Mohamed Abrini yê ku di vîdyo de ligel du êrîşvanên xwekuj xuya dibû jî nav de, 6 kes desteser kiribûn.

Hêjayî gotinê ye, polîsan Abrini herwiha bi êrîşên Parîsê jî girêdabû ku 130 tê de hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG