Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Berpirsîya Êrîşên Terorîstî li Brukselê Radike Ser Xwe


Koma tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîya sê êrîşên terorîstî li paytaxta Belçîka, Brukselê rakir ser xwe ku herî kêm 30 kes hatin kuştin, 130 kesên din jî birîndar bûn.

DAIŞê di daxuyanîyeke nivîskî de ku di malpera Amaq hate weşandin de îdia kir ku êrîşvanan berî ku qayişên xwe yên peqînkar bipeqînin, gule li nav firîngehê barandin.

Serokwezîrê Belçîkî Charles Michel ji nûçegîhanan re got ku niha bo welatê wî demeke tarî ye. Michel ji bîragiştî daxwaza aramî û hevgirtinê kir.

Serokê Amerîka Barack Obama jî li Havana li ser peqînên terorîstî peyîvî û got ewê hemî tiştên pêdivî bo Belçîkayê bikin.

“Emê hemî alîkarîya pêdivî jibo hevalbenda xwe Belçîka bikin ku kesên ji wan êrîşana berpirs werin pêş dadgehê. Em wek Amerîka hevgirtina xwe raberî Belçîka dikin ku mirovên sîvîl yên begun di wan êrîşan de hatine kuştin, Obama got.

XS
SM
MD
LG