Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zilamekî Gule Barandin Ser Xwaringeheke Brukselê û ji Cîhê Bûyerê Revî


Polîsên Belçîkî ragihand ku zilamekî nenas sibeha Duşemê 3 gule barandin ser xwaringeheke paytext Brukselê û ji cîhê bûyerê revî.

Polîsan ragihand ku di êrîşa taxa Louise de de ti kes birîndar nebû û ew hewil didin ku êrîşkar desteser bikin.

Dîdevanekî bûyerê got ku di êrîşêde tivinga Kalaşnîkov ya êrîşkarî hate xebitandin.

Polîsan got ku vekolîna wan ya rinkirina êrîşê berdewam dike, lê berdevikê ofîsda dozgerî Van Wymersch got ku ew bawer nakin ku êrş kiryareke terorîstî be.

XS
SM
MD
LG