Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimareke Êrîşên Terorîstî Brukselê Dikin Armanc


Hemî îstayonên trenê li Brukselê hatin daxistin, piştî ku firîngeh û îstasyoneke metroyê bûne armanca êrîşên bombeyî.

Ajansa nûçeyan ya Belga ragihand ku teqe hate kirin û gotinên bi Erebî hatine kirin, berî ku du peqînên pêşîn li firokexanê bi qewimin.

Demjimêreke piştî wan êrîşan, vê care li îstasyona metro ya Maalbeek ya nêzîkî navenda Yekîtîya Ewrupa peqîneke din çêbû. Ji karmendên Yekîtîya Ewrupa hate xwestin ku li malên xwe bimînin û neçin kar.

Heta niha bi zelalî nayê zanîn ku çend kes hatine kuştin, çemd kes jî birîndar bûne.

Televîzyona dewletê VRT dibêje, 13 kes hatine kuştin, 25 kesên din jî birîndar bûne. Televîzyona VTM jî ragihand ku piştî peqîna Maalbeek, dora 10 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG