Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Peqînan Firîngeh û Sîstema Metro li Brukselê Hatin Daxistin


Piştî ku sê peqîn Bruksela paytaxta Belçîka kir armanc, medya xwecîhî radigihîne ku pirtir jî 20 kes di peqînên firokexanê de hatine kuştin, gelekên din jî birîndar bûn.

Dozgerekî Belçîkî piştrast kir ku herî kêm yek ji peqînên firîngeha Brukselê, jiber êrîşên xwekujî pêk hatiye.

Medya xwecîhî ragihand ku berî peqînan, sloganên Erebî hatine bihîstin.

Dîdevan dibêjin, hin hemwelatîyên ku ji îstasyona metro derdiketin, birîndar bûbûn, ser û çavê wan şewitibûn û panîk li kolanan heye.

Karbidestên Belçîkî asta hişyarîya bilind kir û anî asta 4 ya rewşa herî gefedar.

Serokwezîrê Belçîka Charles Michel ji Twitterê got ku ew rewşê deqîqe bi deqîqe dişopînin û girîngîya wan ya pêşîn bo qurbanîyan û kesên li nav firokexanê ye."

XS
SM
MD
LG