Parêzerê Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, Îsmaîl Cem Halavurt dîyar kir ku dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin.
Halavurt da zanîn ku dadgehên herêmî daxwaza berdana Brunson red dikin û dîyar kir ku dê ew qonaxa serlêdana Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin destpê kirin.
Brunson ji Cotmeha 2016’an vir ve li Tirkîyê girtî ye û jiber girtîbûna wî girjîya di navbera Enqere û Washingtonê de gur bûye.
Halavurt dîyar kir ku ew fehm dikin ku daxwazên wan dê di navbera dadgehên cezayên giran yên Îzmirê de herin û werin.
Halavurt da zanîn ku piştî ku biryara bi sedem gêhişt ber destên wan, ew dê di nav mehekê de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin.