Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brunson Hate Berdan, Lê Gotûbêjên Derbarê Wî bi Germî Didomin


Brunson piştî ku hate berdan digiheje mala xwe

Dadgeha Giran ya Duyê li Îzmîrê biryara jibo qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson eşkere kir û ew berda.

Dadgehê herwiha biryara zindanîkirina malê û derketina wî ya derveyê welêt jî rakir.

Di rûnîştîna îro ya darizandinê de hin dîdevanên veşartî, yên ku berê jibo Brunson di gotin ew ji Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û cemaeta Gulen re ve girêdayî ye, gotinên xwe guhertin.

Dozger jî xwest ku Brunson bi tawana sîxûrî were ceza kirin, lê kontrol dadwerî ya li ser wî û qedexeya çûyîna derveyê welat were rakirin.

Dadgehê paşê biryara cezayê 3 sal û 1 meh 15 roj cezayê girtîgehê li Brunson birî, lê jiber ku Brunson nêzîki du salan li girtîgehê ma, ew berda.

Parezêrê Brunson, Cem Halavurt piştî biryara berdana wî got ku ne hewce bû hem Brunson, hem jî Tirkîye evqas bihata mexdûr kirin.

“Emê hember vê biryarê ji dadgeha bilindtir re îtîraz bikin. Ez ne li benda biryara berdana Brunson bûm û ev biryar zû hat dayîn.”

Piştî berdana Brunson li ser Twitterê herî zêde ev mijar tê axaftin. Rojnamêvanê navdar Hasan Cemal bal kişand ser azadnebûna sîstema dadwerîyê û bi zimanekî rexnegirî got, “bravo jibo dadgeha serbixwe!”

Doza Brunson di mehên dawî de yek ji sedemên krîza di navbera Tirkîyê û Amerîka de bû.

Piştî ku Brunson di rûnîştîna sêyan ya Tirmehê de nehatîbû berdan, rêvebirîya Washîngton bertekeke tund ji Tirkîyê re nîşan dabû.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00

XS
SM
MD
LG